Li Yukselê polisan dîsa êrîş kir: 6 kes hatin binçavkirin
- 15:15 16 Mijdar 2017
- Rojane
ENQERE - Li Kolana Yukselê êrîşî çalakgerên ku ev 373 roj in bi dirûşma 'Em karê xwe dixwazin' di çalakiyê de ne kir û 6 kes binçav kirin.
Çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatin avêtin di roja 253'yan de berdewam dike û çalakiya ku bi drûşma 'Em karê xwe dixwazin' li ber Abîdeya Maafên Mirovan tê lidarixistin jî di roja 373'^yan de berdewam dike.
Polîsên ku kuçeya Konurê li çalakgeran girtin, destûr neda ku Erdogan Canpolat û hevalên wî derbasî kolana Yukselê bibin û daxuyaniyê bidin.
Polîsên ku dema pankart hat vekirin êrîş kirin bi mertalên ku li dora çalakgeran pêçandin nehiştin ku rojnameger dîmenan bikişînin. Polsan çalakger li erdê dirêj kirin û bi derbkirin heta ber wesayita binçavkirinê birin. Erdogan Canpolat û 5 çalakgerên ku hatin binçavkirin bertek nîşanî êrîşa polîsan dan.








