Dê wêneyên rojnameger Zehra Dogan li Cenevreyê bê pêşandan

  • 14:38 16 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê wêneyê,  wênesaz û edîtora JINHA’yê ya berê Zehra Dogan li Swîsreyê bê pêşandan.  
 
Zehra Dogan a ku xelata azadiyê ya saziya Freethinkers (Yên ku azad difikirin) a Swîsreyê girt dê wêneyên wê di navbera 24’ê Mijdarê û 10’ê Berfanbarê de li Cenevreyê bê pêşandan. Pêşangeha wêneyan ‘Çavên vekirî yên mezin’  a ku ji aliyê rêxistina Afê ya Navneteweyî hatiye li dar xistin dê 24’ê Mijdarê li ‘Alhambarê’ bê çêkirin. Dê di çalakiyê de nameyên ku Zehrayê di girtîgehê de nivîsandiye bê xwendin û filmê kurt ê derbarê jiyan û xebatên Zehrayê de jî dê bê weşandin. Çalakiya ku dê rewşenbîr, hunermend, nivîskar û siyasetmedarê beşdar bibin dê saet 19:00 de dest pê bike.