Mirina bi gûman a zarokekê!

  • 14:15 16 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê di hefteyên borî de hatibû aşkerakirin ku zarokek ji ber saetên xebatê yên zêde jiyana xwe ji dest daye. Lê di optopsya li ser cenazeyê heman zarokê hat kirin de bermahiyê jahra biyolojîk hatin dîtin.
 
Li bajarê Çînê Şanghayê di hefteyên borî de di heteya modayê de zaroka bi navê Vlada Dzuba (14), ku 13 saetan bê navber derket defîleyê jiyana xwe ji dest dabû. Hatibû diyarkirin ku zarokê ji ber westandina zêde û nexweşiya menenjîtê jiyana xwe ji dest daye.  Lê di encma otopsiya ku li ser cenazeyê zarokê hat kirin de derket holê ku di bedena zarokê de bermahiyên jahra biyolojîk hatine tespîtkirin.