Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

  • 13:44 16 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 705’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, Ozgur Faîk Erol û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve bû 705 car ku serlêdana daxwaza hevdîtinê tê kirin. 
 
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan 704 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL”ê hat astengkirin.