Ji bo amadekariya hibijartinan civînên berfireh hat li darxistin

  • 11:52 16 Mijdar 2017
  • Rojane
EFRÎN - TEV-DEM'ê li herêma Efrînê û navçeya Reco û Cindirêsê bi tevahî Nemzetên Meclîsa Rêveberiya Herêmî ya ku hatine qebûlkirin civînên berfireh ji bo amadekariya hibijartinan  li dar xist.
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca amadekariya hilbijartinan li herêma Efrînê û navçeya Reco û Cindirêsê  li eywana Nemîr a Efrînê civîn li dar xist. Eywana civînê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi pankartên 'Ji bo Sûriyeyek demokratîk, dengên xwe bidin' hat xemilandin.  
 
Namzetên Meclîsa Rêveberiya Herêmî ya tevahî navçeyan beşdarî civînê bûn. 
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo berxwedêrên azadiyê, Endama Rêveber a Federaliya Bakûrê Sûriyeyê Rohilat Arif, dabeşkirina îdarî ya kantona Efrînê û Şehbayê şîrove kir. . Di civînê de perspektîfa bingehîn a hemleya hilbijartinê hat şîrovekirin. Piştre bernameya hilbijartinê ya lîsteya Netewa-Demokratîk a ku ji 26 bendan pêk tê hat xwendin. 
 
Civîn bi pirsên Nemzetên Meclîsa Rêveberiya Herêmî û bersivên Endamên Dîwanê bi dawî bû.