Gelê Kobanê tecrîd şermezar kirin

  • 10:43 16 Mijdar 2017
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Gelê kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Li kantona Kobanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan TEV-DEM`ê di bin dirûşma "Ji bo serokê xwe serî hildin" meşek li dar xist. Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir heta qada Qehreman Egîd dewam kir. Çalakvanan posterên Abdullah Ocalan hilgirtin.  
 
Piştî ku gel li Qada Şehîd Egîd rawestiyan ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin.  Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Dîlber Yusif axivî û destnîşan kir ku çareseriya aloziya ku niha tê jiyîn azadiya Abdullah Ocalan e. 
 
Jinên ku cihê xwe di nava meşê de girtin wiha bertekên xwe nîşan dan.
 
Cîgira Desteya Hundirîn Bêrîvan Îsmayil tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û  wiha got:" Di dema rizgarkirina Reqayê de li ser medyaya civakî de derbarê tendirustiya Abdullah Ocalan de agahiyên ne zelal hat parvekirin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe berdewam bikin."
 
'Em ranawestin'
 
Her wiha dayika bi navê Lutfiya Muhemed jî diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin û wiha got:" Em ji bo Rêberê xwe dikarin her tiştî bikin. Kilîta azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e loma em ranawestin û em dev ji hewldanên xwe yên ji bo azadiyê bernadin."
 
'Berxwedana me dê rêya azadiyê ronî bike'
 
Di dawiyê de Fatima Hemo jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got:" Dijminê me çi bike bila bikin ew ê qet bi ser nekevin. Em ê bi ji bo serokê xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê berxwe bidin û bi ser kevin. Berxwedana me dê rêya azadiyê ronî bike."