Îrade û vîna jina azad wê zîndana Îmraliyê Parçe Bike

  • 10:15 16 Mijdar 2017
  • Rojane
Lîlav Elî -Cudî Zêno
 
EFRÎN- Di çerçoveya çalakiyên ji bo aşkerekirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Hêza Parastina Civakî HPC'ê meşek girsayî li herêma Efrînê li dar xist.
 
Hêza Parastina Civakî (HPC) bi armanca daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya gelane"  meşeke girseyî li dar xist. Jinên HPC'yî yên di meşê de axivîn nerazîbûna xwe ya derbarê rewşa Abdullah Ocalan de anîn ziman.
 
'Îrade û vîna jina azad wê zîndana Îmraliyê perce bike'
 
Endam HPC'ê Resmiyê Ehmed tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatiya meşandin şermezar kir û got: "Gelê kurd tu caran serî li hemberî dijmnan natewîne. Ji ber ku li ser fikrên azadî û felsefeya Rêber Apo dimeşe. Em ê bi îradeya xwe û vîna jina azad zîndana Îmraliyê perce bikin."
 
'Wê berxwedana dayikan berdewam bike'
 
Endama HPC'ê sînem Ahmet a ku li dijî tecrîdê nebarîbûn nîşan da wiha got: "Ji ber ku Rêber Apo fikra azad di nav gelê kurd de pêş xist, dewleta  tirk hovîtiya xwe li hember gelê kurd da nîşand. Lê  heta  ku dilopek xwîn di canê her dayîkeke Efrînê de hebe wê berxwedan û  tekoşîna xwe dewam bikin."
 
Endama HPC'ê Sedîqe Mehmud jî diyar kir ku divê di demek nêz de ji Rêber Apo re agahî were girtin û wiha got: "Heta ku Rêberê gelan Rêber Apo azad ne be, em dest ji qadan, kolanan û çalakiyan bernadin." Sedîqe di dawiyê de soza ku wê tola şehîdên azadıyê hildin jî da.
 
'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'
 
Herî dawî endama  HPC'ê Zêneb Mihemed axivî û Zênebê bang li tevahî gelên kurd kir ku rabin  ser piyan û azadiya Rêberê xwe bixwazin.