‘Jinên serî natewînin ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin’: TJA (3)
- 09:33 16 Mijdar 2017
- Rojane
‘Bila kes tiştan fêrî me nekin’
STENBOL - Aktîvîstên TJA’yê di 25’ê Mijdarê de bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û gotin: “Li dijî Faşîzmê tevlî OHAL’ê em ê li kolanan bin. Bila kes tiştên ku em dikin, fêrî me nekin. Em ê ji bo vê têkoşînê li kolanan bin.”
Pêkhateyên TJA’yê yên Stenbolê ji bo 25’ê Mijdarê xebatên xwe didomînin. Aktivîstên TJA’yê bal kişandin ser girîngiya qadan a di 25’ê Mijdarê de û destnîşan kirin ku li dijî zextên faşîzan û qetilkirina jinan divê rêxistinbûn mezin bibe.
Aktîvîsta TJA’yê Emîne Erbey bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û got: “Li malê, kolanê, otobusê her tim jin tune tên hesibandin. Mêr li ser jinan desthilatdariya xwe didomînin. Em ê desturê nedin vê yekê. Em ne koleyên kesî ne. Em ji perspektîfên Birêz Ocalan feyzê digirin. Xwezî min zûtir ev perspektîf nas bikira.”
‘Em ê bi rêxistinbûnê xurtir bibin’
Emîneyê bertek nîşanî qetilkirina jinan, êrîşên îstîsmara zayendî, êrîşên faşîst dan û got wê jin vê pergalê xera bikin û bi rêxistinê wê jin xurtir bibin.
‘Li ser bedena jinê şer dimeşînin’
Aktîvîsta TJA’yê Gulîstan Aydinê jî bi lêv kir ku ew wek jin wê ne tenê di 25’ê Mijdarê de, her tim li kolanan bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya dawî de bi OHAL’ê re zextên li ser jinan zêde bûne. Em li dijî van êrîşan hewl didin rolek aktîf bilîzin. Derbarê jiyana jinan de her roj qanûnên nû tên derxistin. Jin ji aliyê hevjîn, bav, bira û destgiriyên xwe ve tên qetilkirin. Ji ber jin dibêjin ‘na’ tên qetilkirin. Li ser bedena jinan şer tê meşandin. Em ê li kolanan dengê xwe biqîrin.”
‘Tevî OHAL’ê em li kolanan in’
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser fikarên jiyanê yên jinan û got: “Em ancax bi hev re van fikaran dikarin ji holê rabikin. Em ê desturê nedin ku li ser bedena jinan desthilatdarî bê meşandin. Tevlî OHAL’ê em ê li kolanan bin.”
SIBÊ: ‘Jinên serî natewînin’ ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin: Jinên Emepî








