Jinên Kobanê tundiya li ser jinê şermezar kirin

  • 09:29 16 Mijdar 2017
  • Rojane
Kawenda Hîlalî
 
KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî nêrînên xwe anîn ziman û hemû cureyên tundiyê yên li dijî jinê şermezar kirin. 
 
Bi boneya  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî jinên Kobanê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku jin xwedî hestên têkoşer in û ew ê tu caran li dijî tundiyê serî netewînin. 
 
'Divê hemû jin ji bo azadiyê li ber xwe bidin'
 
Jina bi navê Ruken Hecî tundiya li ser jinê şermezar kir û wiha got:" Divê hemû jin ji bo azadiya xwe ber xwe bidin û li dijî zilm û zordariyan têkoşîna xwe berz bikin." 
 
'Ji bo jiyanek azad û bi rûmet pêwistî ji têkoşîneke hevpar heye'
 
Rukenê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Gerek jin xwe li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin bike û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet pêwistî ji têkoşîneke hevpar heye." 
 
'Bi Şoreşa Rojava jinan zincîra koletiyê şikandin'
 
Mamoste Peldîn Mustefa jî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî  wiha got:" Bi Şoreşa Rojava jinan zincîra koletiyê şikandin. Banga min ji hemû jinan heye ku Şoreşa Rojava mînak bigirin û li dijî zilm û zordariya baviksalar serî hildin."
 
'Jin êdî jiyana azad ava dikin'
 
Her wiha mamoste Silav Ehmed jî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî  wiha got:" Piştî Şoreşa Rojava jinan êdî xwe nas kirin û êdî jinan ji bo siberojek ronî hewl dan ku jiyana azad ava bikin."
 
'Rêxistina jinan dê bibe sedema jiyaneke serbixwe'
 
Slavê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî wiha got:" Heta ku em jin azad nebin civak azad nabe. Loma gerek em li felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derkevin û têkoşîna xwe bigihêjînin hemû jinên cîhanê û li dijî tundiya li ser jinê gavên bi biryar biavêjin. Çimkî rêxistina jinan dê bibe sedema jiyaneke serbixwe."