ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 16 Mijdar 2017
  • Rojev
*Têkoşîna ku xwişkên Mîrabel li dijî faşîzmê da destpêkirin rojnamegerên jin jî bi objektîf û pênûsên xwe berdewam kirin û gotin ‘ Dema ku jinek  li cihekî bê bindestkirin, ez ne azad im’.
 
*Çalakî û bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin. Endama DBP MYK’ê Seher Tumerê da zanîn ku daxwaza wan a azadî û hevdîtinê pêk bê dê aştî qezenc bike. BI DîMEN
 
*Suzan Gok a ku nexweşa Pençeşêra memikan e, ev saleke pêlîstokên bebekên pelûş bi armanca terapiyê çêdike û difroşe. Suzanê diyar kir ku ev kar wê kêfxweş dike û vê rêbazê pêşniyarî hemû jinan dike.BI DÎMEN
 
*Aktîvîstên TJA’yê di 25’ê Mijdarê de bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û gotin: “Li dijî Faşîzmê tevlî OHAL’ê em ê li kolanan bin. Bila kes tiştên ku em dikin, fêrî me nekin. Em ê ji bo vê têkoşînê li kolanan bin.”
 
*Di ser tayînkirina qeyûm a şaredariya bajarê Mezin a Wanê de salek derbas bû. Qeyûm pergala hevserokatiyê û xebatên jinan hedef girt, gelek saziyên jinan bê bandor hişt. Hevşaredarên ku li bajêr siyasetê dikin jî gotin ‘Hemû qezencên me ên gel in, wê yên gel bimînin.” BI DÎMEN
 
*Rêvebira Dîwana Edaletê Selwa Silêman derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Pêwist e jin li dijî hemû cureyên tundiyê serî hildin." BI DÎMEN
 
*Li Elbaxê destpêka Ava Zê ya ku di nav gelê herêmê de 'Çemê Serelbaxê' tê zanîn tu car nasekine û tê gotin ku sekinandina avê nişaneya bûyerên xirab e. Her wiha tê gotin ku herikîna vê avê jî tê wateya ku jiyan xwe nû dike. BI DÎMEN
 
*Jinên Kobanê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî nêrînên xwe anîn ziman û hemû cureyên tundiyê yên li dijî jinê şermezar kirin. BI DÎMEN