Fîgen Yuksedag ji bo erdhejzedeyan banga piştgiriyê kir

  • 15:51 15 Mijdar 2017
  • Rojane
ENQERE – Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji bo erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê peyam şand û got: “Ez êşa gelên Kurdistanê parve dikim. Ez banga piştgiriya ji bo birînên erdhejê bên dermankirin û qadên jiyanê bên avakirin dikim.” 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi boneya erdheja li Herêma Federal a Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê rû da ji Girtîgeha Kandirayê peyam şand. 
 
Nameya Yuksekdag a ku bi alîkariya parêzeran şand wiha ye: “Xwedê rehma xwe li kesên di erdheja li Silêmaniyê û Kirmanşanê de jiyana xwe ji dest dane bike. Sersaxî ji xizmên miriyan û gelê kurd re dixwazim. Birînên erdhejê bi piştgiriya bindestan dikare bê pêçandin û kewandin. Ez êşa gelên Kurdistanê parve dikim. Ez banga piştgiriya ji bo birînên erdhejê bên dermankirin û qadên jiyanê bên avakirin dikim.”