Şahida Komkujiya Dêrsimê Fatma: Dewlet zalimtiya xwe berdewam dike

  • 12:55 15 Mijdar 2017
  • Rojane
Melîke Aydin
 
DÊRSIM - Yek ji kesên ku şahidî ji qetilkirina Seyît Riza û hevalên wî ya di 15'ê Mijdara 1937'an re kir jî fatma Erdogan a ku di sala 1923'an de ji dayik bûye ye. Fatma ya ku ji ber di sala 1937'an de ji dayik bûye ji aliyê Qeymeqamê Pilûrê ve hat ziyaretkirin wiha got: "Me gazî wî nekir, ew hat.  Dewlet ji sala 19938'an heta sala 1994'an, ji 1994'an heta roja me ya îro bi heman zîhniyetê zalimtiya xwe berdewam dike."
 
Di ser qetilkirina Seyît Riza û Hevalên wî yên ku li dijî polîtîkayên rejîma Komara Tirkiyeyê serhildan dan destpêkirin Seyît Riza û hevalên wî ku di Mijdara sala 1937'an de li Xerpêtê hatin qetilkirin re 80 sal derbas bû. Syîd Riza beriya ku bê bidarvekirin bi hevdîtina xwe ya ku bi Mustafa Kemal re kiribû gotibû ku ew ê destûrê nedin ku Dêrsim bibe bajarê tirkirkan û bi vê axaftina xwe di dîrokê de cihê xwe girt: "Min bi hîle dek û dolabên we re dernexist serî ev ji min re bû dert lê min jî li hemberî we serî netewand bila ev jî ji we re bû derd."
 
Piştî ku Seyîd Riza û hevalên wî hatin darvekirin, li ser daxwaza Serokwezîrê wê demê yê T.C.yê Cela Bayar li dijî Dêrsimê êrîş hatin destpêkirin. Di encama van êrîşan de li gorî raporên fermî 13 hezar û 806 mirovên li Dêrsimê hatin qetilkirin.  Li gel ku gelek sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn jî gotina Seyîd Riza ya dîrokî di berxwedana kurdan de cihê xwe girt û tekez kir ku teslîmiyet tu carî divê neyê qebûlkirin. 
 
Fatma şahida wê rojê û îro ye
 
Fatma Erdogan ya ku di serdema Komkujiya Dêrsimê de 14 salî bûye, serdema ku leşkerên tirk mêr li qada gund kom dikirin, bi gule baranê qetil dikirin, jin li ber tavê tî û birçî dihiştin û tacîz dikirin, zarokên bê dê û bav ji axa wan diqetandin û bê nasname dihiştin vegot.  Fatma ya ku şahidî ji darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî re ya di 15 Mijdara 1937'an re kiriye, piştî bi salan ji aliyê Qeymeqamê Pişlûrê ve bi anîna çend cureyên xurekê û bi çend metre qumaş hatiye ziayretkirin diyar kir ku dewlet her di nava hewldana ku sûcê kiriye înkar bike de ye.
 
'Komkujiya 38'an ji berê de hatibû plankirin'
 
Fatma ya ku li gundê Kolzovayê hatiye dinê, tişta herî zêde tê bîra wê hatina leşkerê tirk ên bi mîhverên tunc in. Fatma dibêje ku leşkeran li hemû malan lêgerîn dikir her wirovên ku digirtin bi lêdanê dibirin qada gund.  Fatma anî ziman ku wê demê tişta di serî de  dihat kirin ew bû ku ji keyayê gundan dihat xwestin çekên  bi gundiyan re ji wan bên girtin û li qada gund bên topkirin bû.  Fatma diyar kir ku biroj her kes li nav erdê xwe sewal diçêrandin  û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Li malan kesek tune bû. Kesên ku li malê didîtin jî bi lêdanê li qada gund top dikirin. Jin jî top dikirin .Xesiya min jî yek ji van bû. Xesiyamin digot zaroka netirsînin lê tu kesekî guhdariya wê nekir. Zarokan jî ji van hemû pêkanînan re şahidî dikir."
 
'Bi gundiyan mezelê wan dan kolandin'
 
Fatma di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku leşker li gorî axaftina mirovê bi navê Hesenî Siliç ku ber li Xerpêtê ma û hinekî tirkî hîn bibû û tercûmaniyeke şaş dikir tevdigeriyan û hemû kesên li gund îşkence dikirin. Fatma wiha bahsa wê demê kir: "Li nêzî gundê kolzovayê girek heye. Çekên otomotîk li wê dihatin bicihkirin. Ji wê derê mamê min Huseyîn Aga digirin û tînin. Jinan jî digirin tînin. Mamê min dibêje ku ew jinin hûn çima bi çekên otomotîk nîşanê li wan digirin?  Leşker ji jorê tên xwarê û Seyît Kasim jî bi xwe re tînin. Jin li wê tên rawestandin û bi gundiyên din jî kemînan didin çêkirin. Jin rojekê li wê hatin rawestandin. Roja duyem ji jêr kesek hat û kaxizek anî. Me jê pirsî hûn çima me li vir radiwestînin."
 
Tiştê hat serê jinan nikare vebîje
 
Fatma diyar kir ku leşkeran êrîşî wan dikir û ew tacîz dikirin. Dema ku Fatma bahsa pêkanînên li dijî jinan dike çavê wê tijî dibin û naxwaze bahs bike. Fatma dibêje ku ji ber travmaya hat jiyîn jinên ku xwe ji zinaran avêtin hebûn û yên ku dîn bûne jî hebûn û wiha berdewam kir: "Beşek ji çemkoyiyan wê demê qetil kirin."
 
'Di 38'an de qir kirin niha makare didin'
 
Fatma diyar kir ku di sala 1994'an de dewletê ji gundiyên gundên girêdayî Pilûrê re gotiye yan hûnê gund vala bikin an jî em ê bişweitînin û ji ber vê wan gund vala kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî van hemû pêkanînan di 29'ê cotmehê de qeymeqam bi hejmarek zêde ya leşkeran re hat serdana mala min. Me gazî nekiribûyê ew bi xwe hatibû. Ji bo min hirkayek anîbûn û 2 metre jî  qumaş  û hinek cureyên xurekê anîbûn. Lê pêdiviya min bi van tune bû.  di 38'an de em di qirkirinê re derbas kirin niha jî makarna didin me.  Delwt di sala 1938'an de û di sala 1984'an de çi bû niha jî ew e û zalimtiya xwe berdewam dike."