Hevşaredar Handan Bagci hat binçavkirin
- 11:21 15 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci û xwişka xwe Gulîstan Bagci di encma serdegirtina mala xwe de ahtin binçavkirin.
Hevşaredara Qelqeliya Wanê ya ku qeyûm tayînê wê hat kirin Handan Bagci û xwişka xwe Gulîstan Bagci di encma serdegirtina mala xwe de ya ji aliyê polîsên TEM'ê ve hatin binçvkirin. Handan û Xuşka wê Gulîstan ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Muduryeta Emniyetê ya Wanê.
Handan di îlona 2015'an de jî hatibû binçvakirin û hatibû girtin. Handan a ku wê demê hat girtin sal û nîvekê di girtîgehê de ma û pitre di meha nîsanê de hat tehliyekirin.








