Rêxistina Sara: Jin ne amûra firotanê ye!
- 10:03 15 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê li Kantona Efrînê semînerek ji bo hişyarkirina jinan li dar xist.
Bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya navneteweyî û bi armanca şiyarkirina jinê, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê li herêma Efrînê semînerek li dar xist. Tevahî jinên komînan ên herêma Efrînê û gelek jin beşdarî semînerê bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û ji aliyê her du rêveberên Rêxistina Sara Gulistan Arêf û Binefş Nebo hate dayîn.
Di semînerê de hat diyar kirin ku jinên Rojava di hemû warên civakî, leşkerî, aborî û siyasî de pêşengtî kirin û rola xwe di her qadên jiyanê de bi awayekî serkeftî lîstin. Her wiha hat bi lêv kirin ku jin bi hinceta edet û toreyên civakî her tim bi tundiyê rû bi rû mane û hat gotin ku jin ne amûra firotanê ye.
Semîner bi nîqaşên ser tundiya li ser jinê û çareseriya pirsgirêkan û bi nîqaşên xurt bi dawî bû.








