'Em ê şoreşa jinê ku xeyala Ocalan e pêk bînin'
- 16:57 14 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Hevkarên TJA'yê yên Wanê di çarçoveya kampanayaya "Wê tecrît têk biçe û azadî bi ser keve" de panelek li darxisitn. Di panelê de parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan axivî û wiha got: "Em ê şoreşa jinê ku xeyala Abdullah Ocalan e pêk bînin."
Tervgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Wê tecrît têk biçe û azadî bi ser keve" li avahiya DBP'ê panel li dar xist. Li eywana ku panel hat lidarxistin pankartên li ser "Wê tecrîd têk biçe azadî bi ser keve" û "Em ê bi rêbertiyê bi ser kevin" hatin daliqandin. Panela ku hat lidarixistin parlamentera Rihayê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, ji parêzerên Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Rojnameger Esra Çîftçî, Hevseroka HDP'ê Yadîşen Karbulak, Meclisa Dayikên Aştiyê, jinên sendîkavan û ji rêxistina DBP'ê jin tevli bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftina vekirinê ji alyê parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay ve hat kirin. Ebru diayr kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di heman demê de li ser gelê kurd jî tê meşandin û wiha berdewam kir:"Ev tecrît di heman demê de li ser gelê kurd wekî polîtîkayeke şer tê meşandin."
'Em ê qet li hemberî wan serî netewînin'
Rojanameger Esra Çîftçî jî di axaftina ku kir de bal kişand ser zimanê medyayê û wiha got: "Hin medya baxçeyên paş ên îktîdarê ne. Bi medyayê re hewl tê dayîn civakek 'makul' bê avakirin. Rojnamegerên kurd ji ber ku rastî nivîsandin her tên girtin."
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî wiha got: "Di kesayeta Abdullah Ocalan de tundiyeke mezin li ser jinên kurd tê meşandin. Li Cizîrê Mehmet Tunç berxwedana herî mezin da. Em ê qet serî netewînin. Em fikrên Ocalan jiyanî dikin û em ê xeyala Abdullah Ocalan ku ku şoreşa jinê bû pêk bînin. "
Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.








