Parêzerên Abdullah Ocalan cara 704'emîn serlêdan kirin

  • 12:23 14 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 704'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengîz Yureklî, bi armanca bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 704 carin serî li serdozgeriyê didin. 
 
Daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 703 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê”, “xerabûna keştiyê", “tamîra keştiyê" û "OHAL'ê hat redkirin.