Bi wêneyan jinana jinên girtî

  • 12:07 14 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tomaer Ifrah, jiyana jinên di girtîgeha Neve Tîrza de bi wêneyan da nasîn.
 
Li Girtîgeha Neve Tîrza ya li Israîlê  ji 200 kesî zêdetir girtiyên ku temenê wan di nav 18 û 70'yî de diguhere hene. Wênekêşa Israîlî Tomer Ifrah di sala 2011'an de sê mehan li ser hev çû girtîgehê û wêneyên jinên girtî ên di vê girtîgehê de kişand û bi wêneyên ku kişand jiyana girtiyan pênase kir. Tomer a ku bi her awayî wêneyên jinan kişand diyar kir ku ji van jinan hinekên wan berê jî di girtîgehê de mane.