Mîhrîcana Mîtan di roja duyemîn de didome
- 11:35 14 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Mîhrîcana Mîtan a bi dûrişmeya"Em jiyanê diafirînin" di roja duyemîn de, dewam dike. Îro şanoya bi navê"Geliyê Mirinê" hate pêşandin.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de ku li navenda Çiyayê Kurmênc a navenda kantona Efrînê hatiye lidarxistin, serokên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gelek rewşenbîr û bi sedan şêniyên kantonê, beşdarî mîhrîcanê bûn.
Mîhrîcan bi rêzgirtinê hat destpêkirin. Paşê, şanoya bi navê"Geliyê Mirinê" ku derbarê rêbazên kuştin û wêrankirinê di şerên li çerxên kevin de pêk dihatin rave dikirin, hate pêşandan.
Piştî şanoyê, nirxandin li ser şanoyê hatin kirin.








