'Jinên serî natewînin' amadekariya 25'ê mijdarê dikin (1)
- 09:18 14 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL - Ji Platforma 25'ê Mijdarê Şenay Kumuz bahsa xebatên xwe yên beriya roja çalakiyê kir û wiha got: "OHAL di hemû waran de jiyana me dagir kir û jiyan li me herimand. Em bang li hemû jinên ku ji polîtîkayên OHAL'ê zerar dîtin dikin ku dakevin kolanan."
Bi minaseta 25'ê Mijdara Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê re a Cîhanê xebatên jinên ku wê derkevin qadan berdewam dikin. Jinên ku wê li qada Tunelê bên gel hev piştre wê ber bi qada Galatasarayê ve dest bi meşê bikin. Ji Platforma 25'ê Mijdarê Şenay Kumuz diyar kir ku Platforma 25'ê Mijdarê ku ji nêzî 100 saziyên jinan pêk tê wê wekî her salê çalakiyên xe bi rêk û pêk li dar bixe û bang li hemû jinan kir ku saet di 18.OO'an de bên li qada Tunelê kom bibin. Şenay bal kişand ser mijara dirûşim û dowîzên ku wê bên amadekirin jî û wiha got: "Dowîz û dirûşmên ku em amade bikin wê mijara wan qanûna ji bo muftiyan, şîdeta mêr û ya dewleta baviksalar û pêkanîna lihevanînê be."
Wê stant bên vekirin
Şenay diyar kir ku wê heta 25'ê Mijdarê li gelek navçe û bajaran xebat bên kirin û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Rêxistinên jinan ên ku di nava platformê de cih digirin wê ji aliyekî ve xebatên xwe yên xweser berdewam bikin û ji aliyekî ve jî wê xebatên hevpar ên platformê bidin meşandin."
Belavok û dîmenên ku ji aliyê platformê ve haine amadekirin wê li gelek navçeyên Stenbolê bên belavkirin û li navçeyan standt bên avakirin.
Em hemû jinan vedixwînin kolanan!
Şenay diyar kir ku ew bi van xebatên xwe li gel jinên birêxisitn dixwazin ku xwe bigihîn jinên bi şîdetê rerûbirû dimîn û ne li qadane jî û ev tişt got:"Xebata me tenê bi van rojan re ne sînordar e. Gelk jin li ser medyaya civakî jî xwe digihînin me û bi me re têkiliyê datînin. Em jî dixwazin xebateke ku ew jî dinav de cih bigirin bidin meşandin."
Şenaye herî dawî wiha bang li jinan kir: "OHAL'ê hemû jiyana me dagir kir û jiyan li me herimand. Jinên ku bi KHK'yan hatin mexedûrkirin, jinên ku bi şîdeta mêr re rûbirû dimînin û an jî jinên ku di jiyana xwe ya rojane de li kargeh û li saziyan ji van polîtîkayan bi bandor bûn em bang li hemûyan dikin ku dakevin kolanan û wan vedixwînin çalakiyan. Hem dixwazin ku hemû jin piştgiriyê bidin hev."
Sibe: 'Jinên serî natewînin amadekariya 25'ê Mijdarê dikin: SKM








