'Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya hemû gelan e'
- 09:06 14 Mijdar 2017
- Rojane
Viyan Saîd/ Delîle Axîn
ŞENGAL - Li Xanesora girêdayî Şengalê, komek jinên ciwan sinevîzyona ku derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibû amedekirin temaşe kirin û derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman.
Li Xanesora girêdayî Şengalê, komek jinên ciwan sinevizyona ku derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibû amedekirin temaşe kirin û diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya hemû gelan e.
'Gerek em bi dilekî yekpar li Rêberê xwe xwedî derkevin'
Endama Rêvebira Jinên Ciwan a Şengalê Amara Bêrîvan da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan binpêkirina mafê mirovan e û wiha got:" Di serî de ez wek jinek ciwan vê tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikim. Bila hêzên deshilatdar vê yeke baş zanibin ku ew nikarin bi vê nêzikatiya li dijî mirovatiyê Rêbertî û ciwanan ji hev qut bike. Her ku ew dikevin nav hewldanên wiha qirêj, wê demê hestên tolhildana me mezintir dibe. Ji bo ciwanên kurd bibe xwedî vîn Rêbertî pir ked û tekoşîn da meşandin. Pêwiste ku bi taybet wek jinên ciwan ên Êzidî em li Rêbertî xwedî derkevin."
'Rewşa Rêbertî ji bo jinên ciwan xeta sor e'
Amarayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd a ku ev 19 sal in li girava Îmraliyê dide meşandin û wiha got:"Ji dema ku Rêbertî ev tekoşîn daye destpêkirin heta niha hêzên destihladar û komploger her dem ketine nav hewldanan ku derbeyên giran li vê tekoşînê bidin. Ji ber ku rêbertî ji bo azadî û demokrasiyê tekoşînên bê hempa daye meşandin loma tim bûye hedefa hêzên desthilatdar. Rewşa Rêbertî ji bo jinên ciwan xeta sor e û heta ku Rêberê me azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."
"Xwedîderketandina Rêbertî erka jinên ciwan e"
Amarayê wiha dawî li gotinên xwe anî:" Ez bang li hemu jinên ciwan bi taybet jî yên Êzidî dikim ku ji bo azadiya Rêbertî tebikoşin. Xwedîderketandina Rêbertî erka jinên ciwan e."








