ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 14 Mijdar 2017
  • Rojev

*Jina Kurd a bi navê Tolayi Ketime ku ji Pirsûsa Bakurê Kurdistanê ye ji aliyê hevserê xwe bi darê zorê û bi gefan teslîmî DAÎŞ'ê hatibû kirin. Tolayi Ketime piştî ku ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû çîroka xwe vegot.

*Li  Xanesora  girêdayî Şengalê, komek jinên ciwan sinevîzyona ku derbarê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan de hatibû amedekirin temaşe kirin û derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman. 
 
*B.ya ku bi fuhuşê re rû bi rû hatiye hiştin got: "Ez jineke ku bi darê zorê bi fuhuşê re rû bi rû hatime hiştin im. Ji ber vê yekê ez li dijî zaroka ku bi fuhuşê re rû bi rû dihat hiştin bê deng nemam. Alternatîfa min tunebû lê ya wê hebû..." B. ya ku bi vê helwesta xwe zarokek ji fuhuşê rizgar kir wiha got: "Min nikaribû  ev zarok li gel xwe bigirta lê malbata wê ya ku bê deng dimîne jî wê bibe sedem ku ev zarok bi fuhuşê re rûbirû bê hiştin. Ji ber vê yekê divê ku bi vê zarokê re alîkarî bê kirin."
 
*Girtekên îfadeyên polîsan ên derbar Taybet Cansî ku di Cotmeha 2015'an de hat qetiliirin derketin holê.  Li gel ku di îfadeyên hin polîsan de tê gotin ku pombeyeke zerarê nade, tenê mirovan şoke dike hatiye avêtin û Taybet Cansî hatiye bêbandorkirin lê piştre dengê teqîneke din ji odê hatiye, lê di îfadeya hin polsan de jî tê gotin ku ji bilî bombeya hatiye avêtin dengê tu bobeyên din nehatiye bihîstin. 
 
*Ji Platforma 25'ê Mijdarê Şenay Kumuz bahsa xebatên xwe yên beriya roja çalakiyê kir û wiha got: "OHAL di hemû waran de jiyana me dagir kir û jiyan li me herimand.  Em bang li hemû jinên ku ji polîtîkayên OHAL'ê zerar dîtin dikin ku dakevin kolanan." BI DÎMEN
 
*Ji bo biranîna Ceylan Onkol Egîtîm Sena Amedê Pêşbirka Wêneyê ya Ceylan Onkol li dar xist. Encama pêşbirkê wê di 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cihanê de bê diyarkirin. BI DÎMEN
 
*Siyasetmedara Kurd Rojbîn Sevîl diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinan kesayetek girîng e û anî ziman ku bi tecrîtê re êrîşên li dijî jinê zêde dibin.