Divê jin li dijî tundiyê têbikoşin!

  • 13:42 13 Mijdar 2017
  • Rojane
DÊRIK - Ji aliyê Koordînasyona Jinê a Rêveberiya Xweser ve li Kampa Roj a penaberên ereb di bin dirûşma "Hilweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinê ye"  ji aliyê Koordînasyona Jinê a Rêveberiya Xweser ve semînerek hat li darxistin.
 
Li Kampa Roj a ku dikeve Rojhilatê Bajarê Dêrikê  ji aliyê Kordinasyona Jinê ya Rêveberiya xweser civîneke ji bo jinên ereb  hat organîzekirin. Civîn bi tevlîbûna bi dehan jinên koçber ên Ereb pêk hat. Armanca civînê hilweşandina feraseta şîdeta ku li ser jinê û civakê tê meşandin bû. Semîner ji aliyê Endama Rêveberiya  Weqfa Jinê Semîra ibrahîm ve hat dayin.
 
Semîra îbrahim sedemên tûndiyê, cureyên wê û wê çawa jinê  xwe ji tûndiyê biparêzê nirxand û wiha got: "Divê jin feraseta tûndiyê baş fêm bike û mijara tundiyê normal nebîne. Gerek jin hêza xwe baş nas bike û nehêle ku tu kes tûndiyê li ser wê bike."
 
Ger ku em jin bibin yek kes nikare hêza me bişkîne
 
Semîrayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku jin gerek bibin yek û wiha got: "Sîstema desthilatdar jin kiriye kole û jinê bi tundiyê re rû bi rû dihêle. Ger ku em îro jin bibin yek tu kes nikare hêza me bişkîne.”
 
Ji bo jiyaneke azad û wekhev gerek em têbikoşin
 
Semîrayê axaftina xwe wiha bi dawî kir:” Gerek em hemû destên desthilatdariyê ji ser xwe biavêjin û em pêşengtiya civaka xwe bikin. Em ê jinê ji koletiyê  rizgar bikin. Erkê her jinê ev e ku tundiya li ser xwe bişikîne û tekoşînê bike. Bi vê yekîtiyê em ê rêxistina xwe xurtir bikin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev gerek em têbikoşin."
 
Semîner bi pirs û bersivên jinan bi dawî bû.