TJA wê li Wanê derbarê tecrîdê de panelekê li dar bixwe
- 12:20 13 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Tevgera Jinên Azad (TJA) wê bi dirûşma 'Em ê qirkirina jinan rawestînin, wê jinan azad bibe, Tecrît winda bike û Azadî bi ser keve' ji bo panela ku wê sibe li dar bixe banga tevlibûnê li jinan kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) wê sibe bi dûrşma "Wê tecrît tekê biçe azadî bi ser keve" li avahiya DBP'ê saet di 13.OO'an de panelekê li dar bixe. Panela ku wê Elîf Gemîcîoglu moderatoriya wê bike de parlamentera Rihayê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Evbru Gunay û rojnameger Esra Çifçî wê tevli bibin.
TJA'yê bang li hemû jinên li Wanê kir ku tevli panelê bibin.








