Jinên girtî greva birçîbûnê bi dawî kir

  • 12:14 13 Mijdar 2017
  • Rojane
ANTALYA - Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Antalyayê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, diyar kirin ku ji bo a niha greva birçîbûnê bi dawî kirin. 
 
7 jinên girtî yên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Antalyayê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 26'ê Cotmehê bi rêya malbatên xwe diyar kiribûn ku ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bikin. Jinên girtî bi rêya malbatên xwe bangewaziyek nû kirin û diyar kirin ku wan greva birçîbûnê bi dawî kirine. 
 
Jinên girtî bi rêya malbatan peyamek şandin û di peyamê de wiha gotin:"Me grev a niha bi dawî kir lê li hember rewşeke neyînî, em ê çalakiyên hîn radîkal pêk bînin."
 
Jinên girtî ji aliyekî din ve jî îhlalkirina mafan a ku pê rû bi rû dimînin jî ragihandin û diyar kirin ku name û pirtûkên ji wan re tên nayê dayin û her wiha dema ku mijar bibe tendirustî ji bo doktor ew nayên sewqkirin. 
 
Jinên girtî diyar kirin ku wêneyên Meral Geylanî ya Aktivîsta Alîkariya bi Malbatên Roboskî re, hatiye desteserkirin.