Firmaya Înşaetê bi salan e gel mexdûr dike
- 09:05 13 Mijdar 2017
- Rojane
Gulîstan Azak
MÊRSÎN - Welatiyên ku berî bi 23 salan li Mêrsînê ji Soydaş Yapi Koperatîfê xanî kirîn bi salan e xaniyên wan nehatine radestkirin. Ji welatiyên ku hatine mexdûrkirin Şahîbe Gerçek, diyar kir ku li Mêrsînê tu saziyeke dewletê ew guhdar nekirin û anî ziman ku saziyên dewletê yên ku serî li wan dane ji wan re gotine 'Em nikarin alîkariya we bikin, em ditirsin û em nikarin li heberî wan we biparêzin' û alîkariya wan nekirine.
Welatiyên ku berî bi 23 salan li Mêrsînê ji Soydaş Yapi Koperatîfê bi texsîdan xanî kirîn hîna xaniyên wan nehatine teslîmkirin. Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Soydaş Yapiyê Zekî Altun Kaynak, qebûl kiriye ku 56 welatî hatine mexdûrkirin û gotiye ku hewl didin vê mexdûriyeta welatiyan derbas bikin. Lê mexdûriyeta welatiyan piştî bi 23 salan jî nehatiye derbaskirin.
Ji serokên Kooperatîfa Soydaş Yapiyê Huseyîn Alp û mudurê tapuyê jî ji ber nelirêtiyên ku kirine niha di girtîgehê de ne. Piştî bûyera ku qewimiye bi biryara dadgehê qeyûm tayînî Soydaş Yapi Kooperatîfî hatiye kirin. Qeyûmê ku hatiye tayînkirin jî ji bo pereyê ku welatiyan dane Koopratîfê li wan vegrînê dixebite.
'Em nikarin alîkariyê bikin ji ber ku em ditirsin'
Yek ji kesên ku ji aliyê vê saziyê ve hatiye xapandin jî jina bi navê Şahîbe Gerçek a 50 salî ye. Şahîbe got ku rayedar çavên xwe ji vê nelirêtiyê re digirin û wiha berdewam kir: "Kê destûr da vê kooparatîfê ez nizanim. Ev kooperatîf ji kê re xizmetê dike bila derxînin holê. Me ji saziyên dewletê alîkarî xwest. Lê ji mere gotin ' Em nikarin alîkariya we bikin û em distirsin' û guh nedan me."
'Qeyyûm jî me dixapîne'
Şahîbe diyar kir ku berpirsiyarên kooperatîfê hemû niha ji ber nelirêtiya ku kirine di girtîgehê de ne û qeyûmê ku hatiye tayînkirin jî pere ji wan dixwaze Şahîbe ya ku got wê heta roja îro 100 hezar pere daye û wiha berdewam kir: "Em ne bi qeyûm û ne jî bi kesekî din nema bawer dibin. Bi çi rûyî pere ji me dixwazin. Qeyûm jî me dixapîne."
Şahîbeyê herî dawî got ku ji 1994'an ew bûne endamê vê kooperatîfê û vê kooperatîfê ew mexdûr kirine. Şahîbe herî dawî wiha got: "Divê ku sekekî dengê me bibihîze hebe. Em nema zanin em ê çi bikin. deriyek nema ku me lê nedda. Divê ku kesek êdî dest biavêje vê mijarê û alîkariya me bikin."








