ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 13 Mijdar 2017
  • Rojev
*Derbarê Hevseroka KCD' ê Leyla Guven a ku bertek nîşanî operasyona leşkerî ya di 30'ê hezîrana 2016'an de li Licê hat kirin û dorpêça li  gundê Xerabê Bava da de doz hat vekirin. Leyla bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye wê derkeve pêşberî dadger.
 
*Li navçeya Elbaxê traverten û germava  li navçeyê hem bi xweşikbûn û hem jî bi şîfeya ku belav dikin cihên ku herî zêde tên ziyaretkirin in. Travertenên ku herî zêde di zivistanê de tên ziyaretkirin, tê gotin ku ava wan ji bo êşa dil û bawîbûnê (romatîzma) derman e. Her wiha germava ku di demsala zivistanê de jî bi taybetmendiya ku germahiya xwe diparêze tê nasîn jî ji bo hemû nexweşiyan dermanê sereke ye. BI DÎMEN
 
*Welatiyên ku berî bi 23 salan li Mêrsînê ji Soydaş Yapi Koperatîfê xanî kirîn bi salan e xaniyên wan nehatine radestkirin.  Ji welatiyên ku hatine mexdûrkirin Şahîbe Gerçek, diyar kir ku li Mêrsînê tu saziyeke dewletê ew guhdar nekirin û anî ziman ku saziyên dewletê yên ku serî li wan dane ji wan re gotine 'Em nikarin alîkariya we bikin, em ditirsin û em nikarin li heberî wan we biparêzin' û alîkariya wan nekirine. 
 
*Jina 50 salî Hezîne Yilmaz a ku dayîka 7 zarokan e li bazarê firotina penêr, biharat û dermanê kulîçeyan dike hêzê dide jinan. BI DÎMEN
 
*Kedkara malan Arzû Çelebî ya ku bi salane li malekê dixebite û tu ewlehiya wê tune ye, Serî li Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê dide. Arzû ya ku piştî serlêdan kir ji aliyê karsaz Ayhan Sertel ve bi şîdetê re rûbirû ma wiha got: "Bila tu jinên kedkarên malan li dijî vê şîdetê serî netewînin. Em jin hem li mala xwe bi zextan re rûbirû dimînin û hem jî li cihê kar."BI DÎMEN