Ji bo zarokên dixebitin operasyona 'Vegere dibistana xwe' hat destpêkirin
- 18:16 12 Mijdar 2017
- Rojane
TILTEMIR-Îro komîteya kedkaran bi alîkariya mamosteyên zimanê kurdî ji bo ku zarokên xizan ji perwerdeyê nemînin 'Operasyona vegere dibistana xwe' dan destpêkrin.
Îro komîteya kedkaran bi alîkariya mamosteyên zimanê kurdî ya bajarê Tiltemir ya Herêma Cizîrê dest bi operasyoneke binavê 'Vegere dibistana xwe' kir. Bi armanca ku her zarokekî jiyana xwe ya zarokatî bijî û xwedî li zimanê dayika xwe derbikeve. Operasyon ji Taxa Sinea ya Bajêr dest pê kir.
Li gorî agahiyên ku me ji komîteya kedkaran girtin hatiye qedexekirin ku zarok kêmî temenê 15 salî kar bikin û dev ji dibistana xwe berdin. Her wiha kesên xizan ew ê komîteya kedkaran alîkariya wan bike ku karibin malbata xwe xwedî bikin. Vegera li dibisatana xwe wê pêşeroja welet û zarokan ronî bike.
Operasyona "Vegere dibistana xwe" wê li bajêr û gundan dewam bike.








