Koçberên Kampa Rûbar bi zahmetiyên jiyanê re rûbirû ne
- 16:39 12 Mijdar 2017
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
EFRÎN- Bi hatina demsala zivistanê re rewşa jiyanê ya koçberên kampa rûbar her ku diçe xirab dibe û pêdiviyên koçberan ji bo parastina xwe ji demsala zivistanê bikin kêm in.
Kampa Rûbar a girêdayî navçeya Şêrewa ya Herêma Efrînê di 2'yê Îlona 2014'an de hatiye vekirin û armaca vê kampê jî ew e ku ku kesên ji şer reviyane li vê kampê bên bicikirin. Di kampê de 650 malbet dijîn. Lê belê xebatên derbarê xizmetguzarî û tenduristiya koçberan de gelekî lawaz in û gelek pêdiviyên koçberan ên xwarin û cilan hene.
Bi demsala zivistanê re pêdîvî zêde bûn
Têkildarî vê mijarê koçbera bi navê Meryem Abdo li ser êşa ku di demsala zivistanê de dijîn axivî û got: "Di demsala zivistanê de rewşa jiyanê ya koçberan gelek zehmet derbas dibe û pêdiviyên ku koçber di vê demsalê de xwe pê biparêzin jî kêm in. Meryemê wiha axivî: "Dema ku baran dibare konên ku em di wan de dijîn hemû dilopan dikin û dibin bi heriya sor.”
Banga alîkariyê hat kirin
Meryem Abdo herî dawî bang li tevahî rêxistinên nevneteweyî û mirovan kir ku alîkariya koçberan ji aliyê, aborî,xwarin,cil û pêdivîyên jiyanî de bê kirin. Koçber niha di rewşek gelek zahmet de dijîn û gelek pêdiviyên wan hene. Ji ber şert û mercên jiyanê zarokekî 11 salî jiyana xwe ji dest da."
'Dewletên dagirker dest avêtin xewnên zarokan;'
Piştî ku gel koçî Efrînê kir ji bo jiyaneke aram û parastinê xwestin ku ciheke bi ewle bibînin. Lê dewleta tirk ya dagirker dîsa jî dev ji koçberan negeriya û her tim êrîşî kampa wan dike. Jinên wargehê li ser rewşa xwe anîn ziman ku aloziya sûriyeyê û rewşa koçberiyê bandorê li ser jiyana wan dike û gelek caran xwenên zarokan ji wan hatine dizîn ji ber ku dewletên dagirker dest avêtin xewnên zarokan .








