Di çalakiya li Yukselê de dîsa binçavkirin

  • 15:55 12 Mijdar 2017
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatiye destpêkirin, dewam dike û di êrîşa îro de 7 kes hatin binçavkirin.
 
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin karê xwe 249 roi e di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a kedkarên cemaweriyê jî 369 roj e dewam dike û Çalakvanan xwest li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
 
Çalakvanên ku  xwestin li ber Abîdeya Mafên Jiyanê daxuyaniyê bidin û balê bikişînin ser rewşa Ruriye û Semîh, polîsan êrîşî wan  kir û 7 kes binçav kirin.