Bavê ku tacîz kir bi parastina rewa qetil kir

  • 14:29 12 Mijdar 2017
  • Rojane
BURSA - Dîlek K., bavê xwe Kemal K. yê ku ew tacîz dikir û li dijî dayika wê jî şîdet pêk dianî bi parastina rewa ku kir kuşt. 
 
Kemal K.(42) yê ku li Bursayê dijiya li dijî hevjîna xwe Gulçîn K.(40) şîdet pêk dianîn û keça xwe Dîlek K.(21) jî tacîz dikir. Dîlek K., bi parastina rewa ku kir Kemal K. kuşt. Dîlekê piştî ku Kemal K.kuşt çû muduryeta polîsan û xwe teslîm kir.
 
Dîlek K., di îfadeya xwe ya ku li mudriyetê da diyar kir ku ji ber Kemal K. ew tacîz dikir û li dijî dayika wê jî şîdt pêk tanî kuştiye.
 
Gulçîn K. û Dîlek K. ji aliyê Dadgeriya Sulh Cezayê ya Mustafakemalpaşayê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Yenîşehîrê.