‘Em ê bi çalakiyan şopdarên tecrîdê bîn’
- 13:25 12 Mijdar 2017
- Rojane
WAN-Ji bo ku girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bikin, li Wanê bi pêşengiya HDP'ê greva birçîbûnê ya dorveger hatibû destpêkirin. Grev di roja 12’emîn de bi daxuyaniyê bi dawî bû.
Ji bo ku girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin 1'ê mehê bi pêşengiya Dayikên Aşitiyê greva birçîbûnê a dorveger hatibû destpêkirin û grev ji aliyê HDP'ê ve hatibû berdewamkirin. Greva ku berdewam kir pitî roja 12'wmîn bi daxuyaniyek hat bidawîkirin. Rêxistinên HDP ,DBP,TJA û malbatên girtiyan jî tevli daxuyaniya ku hat dayîn bûn.
Daxuyanî li navenda DBP'ê ya Wanê aliyê hevserokê HDP Ûmît Dede ve hat xwendin. Ûmît bal kişand ser girankirina tecrîdê û got ku ew ê heya dawîyê bi çalakiyê li dar bixin şopdarên tecrîdê bin û wiha berdewam kir;”Îşkenceya ku li ser birêz Abdullah Ocalan pêk tê, di tu mevzuatên navneteweyî de cih nagire. Em niha bi rejîma înfazê re rû bi rû ne. Ji bo ku em tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan şermezar bikîn me di 1'ê mehê de greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Em îro çalakiya xwe ya grevbê bi dawî dikin. Lê heya ku tecrîd ji holê bê rakirin em ê şopdarê tecrîdê bin û çalakiyên xwe yên cûrbicûr berdewam bikin. bîn. “








