Zarokê ku ket çala şaredariyê ya vekirî mir!
- 12:05 12 Mijdar 2017
- Rojane
ŞIRNEX - Feyzullah Kabul ê 4 salî yê ket çala şaredariya şirnexê ya vekirî, jiyana xwe ji dest da.
Li ser Kolana 21 a Taxa Vakifkent a Şirnexê, şaredariyê ji bo kanalîzasyonê çalal vekir. Zarokê bi navê Feyzullah Kabul ê 4 salî ku ket çalê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Feyzullah di saetên şevê de gava bi hevalên xwe re dilîst, ket çala 4 roj in vekirî ye. Li ser vê yekê hevalên Feyzullah agajî dan malbatê. Ekîbên AFAD’ê yên hatin cihê bûyerê, Feyzulla ji çalê derxistin. Feyzullah ê bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Feyzûllah ê ku rakirin beşa lezgîn, di saetên şevê de li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Şaredariya ku 4 rojan çalal vekirî heşt, heta niha li derdora çalalê şerîda ewlekariyê nehatiye danîhn








