Sedema binçavkirina jina 78 salî: Amadekariya êrîşê

  • 09:10 12 Mijdar 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Emîne T. ya ku temenê wê 78 salî ye çend roj berê di serdegirtina li ser mala wê de bi îdîaya 'amadekariya êrîşê' hat binçavkirin. Emîneyê anî ziman ku ew bi zorê hatiye binçavkirin û got:"Dê ji kesên ku ev tişt anîn serê min hesabê bê pirsîn gelo?"
 
Li ser axa Kurdistanê di pêvajoya herî dawî de kesên ku li aştî û edaletê digerin bi êrîşan rû bi rû tên hiştin. Dayikên ku pêşengtiya lêgerîna aştî û edaletê dikin jî, tê xwestin ku bên çewisandin. Di meha herî dawiyê de li bajarên wekî Wan, Amed, Mêrdîn û Şirnexê di serdegirtina li ser malan de gelek dayikên aştiyê hatin binçavkirin û dawiyê hatin girtin. Şeva 8'ê Mijdarê li Nisêbînê jinên temenê wan li dora 70 salî ser mala wan de hatibû girtin.  
 
 'Min xistin bin çavan'
 
Emîneyê diyar kir ku di serdema ku avêtine ser mala wê de hem deriyê baxçeyê wê hem jî deriyê xaniyê wê hatiye şikandin û wiha got:"Şev hîn saet nebûbû 4 ku li deriyê min ket. Jixwe çavekî min nabîne. Heta ku ez rabûm ser piyan herdu deriyên min şikandin. Jixwe li malê ez tena xwe dijîm. Ketin mala min a yek ode. Li hundur çi hebû hemû belav kirin. Dawiyê ji min re çend pirs sewal kirin. Piştre ez birim qereqolê."
 
 
Emîneyê diyar kir ku ew bi îdiaya 'amadekariya çalakiyê' girtine bin çavan û wiha got:"Li qereqolê ji min re gelek pirs sewal kirin. Dawiyê ez birim nexweşxaneyê. Piştre ez serbest berdan. Ji bo çi min girtin bin çavan, min fam nekir. Gelek nexweşiyên min hene û çavên min jî nabînin. Hestiyên min ne saxlem in û hûrê min naxebite. Belasebe ez kirin bin çavan."
 
'Ez bi darê zorê debara xwe dikim'
 
Emîneya ku di odeyekê tenê de dijî wiha got:"Ne hevserê min heye ne zarokên min, ez tena serê xwe dijîm. Ez di odeyek tenê de bi darê zorê debara xwe dikim. Pêdiviya min ji alîjariyê heye. Dewletê ev zordariyên ku ez dijîm neanîn ber çavan û ez bi darê zorê kirin bin çavan. Dê hesabê vê yekê ji kesên ku ev tişt anîn serê min bê pirsîn gelo?"