Ji girtiyên ku sirgunî Girtîgeha Tîpa T'yê ya Boluyê bûn agahî nayê girtin!
- 09:02 12 Mijdar 2017
- Rojane
BOLU - Hat eşkerekirin ku girtiyên di mehên buhurî de ji Îzmîrê sirgunî Boluyê bûn ev du meh in ku agahî ji wan nayê girtin. Malbatên girtiyan bi fikar in û ji bo xizmên xwe banga hestiyariyê kirin.
Du meh berê girtiyên ku zextên li wan dihat kirin qebûl nekirin sirgunî Girtîgeha Tîpa T'yê ya Boluyê hat kirin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku herî dawî 2 meh berê ew çûne hevdîtina xizmên xwe. Her wiha malbatên girtiyan anîn ziman ku ji ber qedexeya hevdîtina girtî, ya vekirî û qedexeya telefonê ew tu agahiyê ji nêzî 26 girtiyên ku hatine sirgunkirin nagirin û ji raya giştî banga hestiyariyê kirin.
'Em nizanin di çi rewşê de ne'
Hinek malbatan da xuyakirin ku ew ji girtiyan agahiyê nagirin, nizanin rewşa girtiyan çawa ye û wiha gotin:"Ev du meh in ku em ji lawê xwe agahiyê nagirin. Herî dawiyê em di cejnê de çûn hevdîtina wî. Ji ber ku girtiyan zext qebûl nekirin hatin sirgûn kirin. Ji ber ku zext û zordariyê qebûl nakin a niha jî hevdîtin ji wan re tê qedexekirin. Ne hevdîtina girtî û vekirî ne jî hevdîtina telefonê pêk tê. Em nizanin ku ka di çi rewşê de ne."
Malbatan anîn ziman ku ew ji jiyana zarokên xwe bi fikar in û ji bo ku agahiyê ji zarokên xwe bigirin ji raya giştî banga hestiyariyê kir.








