ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2017'AN
- 09:00 12 Mijdar 2017
- Rojev
*Hat eşkerekirin ku girtiyên di mehên buhurî de ji Îzmîrê sirgunî Boluyê bûn ev du meh in ku agahî ji wan nayê girtin. Malbatên girtiyan bi fikar in û ji bo xizmên xwe banga hestiyariyê kirin.
*Beser Albayrak bê îlaca çandinê fêkiyên organîk mezin dike û li şûna ku bifiroşe marketê di sepeta xwe de difiroşe. BI DÎMEN
*Emîne T. ya ku temenê wê 78 salî ye çend roj berê di serdegirtina li ser mala wê de bi îdîaya 'amadekariya êrîşê' hat binçavkirin. Emîneyê anî ziman ku ew bi zorê hatiye binçavkirin û got:"Dê ji kesên ku ev tişt anîn serê min hesabê bê pirsîn gelo?" BI DÎMEN
*Pirtûka bi navê "Turkiye'de Roman Mapus Olmak(Li Tirkiyeyê girtiyê Romam)" ku CISST'ê ve hatiye amadekirin balê dikişîne ser pirsgirêkên ku girtiyên roman li girtîgehan dijîn. Her wiha girtiyên Roman, ji ber ku di warê çandî de jî nayên qebûlkirin pirsgirêkên civakî jî dijîn. BI DÎMEN








