‘Azadiya Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e’

  • 16:59 11 Mijdar 2017
  • Rojane
EFRÎN - Ji eşkerekirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kantona Efrînê Desteya Kar û barên Civakî daxuyanî ji raya giştî re ragihand.
 
Desteya Kar û Barên Civakî di bin dirûşma “Azadiya Rêber Apo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e” daxwiyaniyek nivîskî da. Daxuyanî bi beşdarbûna Rêveberiya Xweser, Desteya Karûbarên Civakî pêk hat.
 
Daxwiyanî li qada "şehîdan" hat dayîn û ji aliyê Rêvebera Desteya Kar û Barê Civakî Erîfe Bekir ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Dewleta Tirk bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan sînora qanûnên navnetewî derbas kiriye.
 
Di dawiya daxuyaniyê de jinên Rêveberiya Xweser û Desteya Kar û Barên Civakî soz da ku heta  agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê girtin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên ”Bijî Serok Apo”,” Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.