Li Amedê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
- 16:07 11 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Di mîtinga ku bi pêşengiya TJA’yê û bi ya Meclîsa Jinê ya HDP’ê û bi şîara ‘Azadiyê bi ser keve’ hat li dar xistin li gel hemû astengan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê hat kirin.
Mîtinga ku bi dirûşma 'Azadiyê bi ser keve' û bi pêşengiha Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat li darxistin, dest pê kir. Li qada mîtîngê panqartên "Bila taciz, tecawiz û tecrîd bi dawî bibe","Bi serîhildana jinê dê azadiyê bi ser keve", "Jinê bi rojê azad bibin" hat daliqandin. Li ser dike jî panqarta mezin "Azadiyê bi ser keve" hat daliqandin. Qad bi alên TJA'yê û HDP'ê hat xemilandin.
Jin û ciwanên ku bi rengên kesk, sor û zer herikîn qadan govend kişandin û dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Polîsan diyar kirin ku dema ku gel dirûşmeya berz bikin ew ê êrîş bikin û her wiha polîsan nehişt mîtîng bi rêzgirtinê dest pê bike.
‘Tecrîdê winda bike’
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku li gel hemû astengan gel herikîn qada mîtîngê, ev wateya herî mezin a serîhildanê ye û got:”Bi rojane ku em di bin şerdên dijwar de xebatên xwe dewam dikin. Yên ku digotin ‘bila roj tarî nebe’ îro li gel rojê tê pêşwazîkirin.”
Piştî Feleknas Ûcal berdevka demî ya KJA’yê ya berê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku, ji 1999’an heta a niha li gel ewqas zext gel li qadan ji bo azadiya Abdullah Öcalan diqêrin.
Aylayê axaftina xwe wiha domand:”Pêvajoya çareseriya ku dest pê kiribû ji bo me pîroz bû lê piştî teqîna 5’ê Hezîranê ev pîrozî hat kuştin. Deriyên Îmraliyê hat girtin. Ev derî ji çareseriyê û ji lêgerîna çareseriyan hat girtin û dewsa wê deriyê şer hat vekirin. Loma em dibêjin ‘ Tecrîdê winda bike azadiyê bi ser keve.”
Herî dawî Hevseroka HDP’ê ya Giştî Serpîl Kemalbay axivî û diyar kir ku 4’ê Mijdarê darbeya ku li siyasetmedaran hatiye kirine. Her wiha Serpîlê anî ziman ku desthilatdar ji bo li ser piyan bisekinin ji şer hêzê digirin û HDP ji ber ku li dijî vê yekê têdikoşe, bi êrîşan rû bi rû dimîne.
Piştî axaftinan, Dengbêj Hediye Viranşehir derket ser dike. Mîtîng li gel govendê berdewam dike.








