Kongra Star bi civînan hilbijartinê dixe rojeva xwe
- 12:14 11 Mijdar 2017
- Rojane
KOBANÊ - Rêxstina Kongra Star ji bo rewşa tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwedi derketina jinan a li hilbijartinan vê carê jî bi jinên Kobanê re civiya.
Bi armanca hişyarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hilbijartinan û projeyên hilbijartinan Kongra Star bi jinan re civînan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de bi dehan jinên Kobanê li salona Kongreya Star civiyan û civîna xwe li darxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û piştî rêzgirtinê Rêveberiya Kongra Star Leyla Çiya di destpêka axavtina xwe de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî: "Niha hemû dijminên me çavên wan li ser me ne ka wê çawa me bixînin. Ji bo vê yekê jî dijminê me berê xwe dane me ku xala me ya herî hesas serokatî ye. Tirkan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me daye meşandin. Her wiha ji bo Şoreşa Rojava jî dixwazin tirsê bidin avakirin. Ji bo vê yekê jî em weke jin divê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û xwedî li serokê xwe û projeya xwe ya jiyana azad derbikevin."
Her wiha Koordinasyona Kongra Star Felek Yusif jî axivî û bang li hemû jinan kir ku xwedî li hilbjartinên duyemîn jî derkevin û wiha got: "Em niha di pêvejoya hilbijartinên duyemîn de ne vê carê jî divê em jin xwedî li hilbijartinan derkevin. Xwedî derketina me li hilbjartinan tê wateya xwedî derketina li Şoreşa Rojava. Ev şeş sal in ku şoreşa rojava pêk hatiye. Ev proje jî projeya Rêber Apo ye, projeya Netewa-Demokratîk e. Ji bo vê yekê jî em jin divê xwedî li projeya serokatî derkevin û van hilbajrtinan bi ser bixin."








