YCR`ê li Miştenûrê agirê serhildanê pêxist
- 09:08 11 Mijdar 2017
- Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Ciwanên Rojava yekemîn çalakiya xwe ya Hemleya Serî hilde li Kaşê Miştenûrê dest pê kir.
YCR/YJC ku di 5`ê Mijdarê de bi daxuyaniyeke nîvîskî Hemleya ‘Serî hilde’ rave kiribûn, yekemîn çalakiya xwe li Miştenûrê li darxist.
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi armanca Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hemleya xwe di asta Bakûrê Suriyeyê de dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de ciwanên Kobanê li kaşê Miştenûrê agirê serhildanê pêxistin. Ciwanan di çalakiya xwe de li Kaşê Miştenûrê bi agir “PKK” û “Rêber Apo” nivîsandin.
Di dawiya çalakiyê de ciwanan govend gerandin û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Ji bo azadiya Serok Apo serî hilde” berz kirin.








