Mirina bi gûman a Ayşeyê û definkirinek bê deng...
- 09:03 11 Mijdar 2017
- Rojane
Gulîstan Azak
ÇEWLIK - Zaroka bi navê Ayşe Çevîk a li gundekê Toklular ê Kanîreşê ya Çewlikê bi darê zorê bi pismamê xwe re hat zewicandin. Ayşe piştî ku bi pismamê xwe re hat zewicandin di demekê de hat îdiakirin ku dawî li jiyana xwe aniye û întîhar kiriye. Ayşe ya ku hat îdakirin întîhar kiriyê nimêja cenaze jî bi hinceta 'mekruh e' nehat kirin.
Ayşe Çevîk hîna 17 salî bû. Berî bi 3 mehan bi awayê berdêlê bi darê zorê bi pismamê xwe re hat zewicandin. Ayşe ya ku bi darê zorê hat zewicandin hat îdiakirin ku di rojên borî de dawî li jiyana xwe aniye û întîhar kiriye. Gelo Ayşe întîhar kir an jî tundiya mêr baviksalar a li ser jinê ew qetil kir?
Piştî ku hat îdakirin Ayşe ya bi awayê berdêlê bi darê zoarê hat zewicandin Întîhar kiriye cenazeyê wê ji bo otopsiyê şandin Erziromê û pitre jî di heman rojê de ji bo definkirinê şandin Çewlikê. Ji bo merasîma cenaze tenê malata Ayşeyê tevli cenazeyê wê bû. Herwiha Nimêja Cenazeyê Ayşeyê ji bi hinceta 'mekruh e' nehat kirin û cenaze bêyî ku nimêj li ser bê kirin hat definkirin.
Mêrên ku bûn sedema bêdengkirina Ayşeyê jinên li Ser goristanê ku lorîk digotin jî bêdeng kirin û ji mirina pêk hat qet xwe berpirsiyar nedîtin.








