ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 11 Mijdar 2017
  • Rojev
*Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku li dijî girtina Endama Meclisa  Aştiyê Nahîde Ormanli bertek  nîşan da diyar kir ku girtina dayikên dixwazin xwîn û rondikên çavan rawestînin nayê qebûlkirin.  
 
*Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Edeneyê Gulseren Tural diyar kir ku li gel hemû zehmet û zordariyan dîsa ew têkoşîna xwe didomînin û bi rêveberiya nû bang li hemû jinan kir ku di bin sîwana partiyê de bibin yek. BI DÎMEN
 
*Zaroka bi navê Ayşe Çevîk a li gundekê Toklular ê Kanîreşê ya Çewlikê bi darê zorê bi pismamê xwe re hat zewicandin.  Ayşe piştî ku bi pismamê xwe re hat zewicandin di demekê de hat îdiakirin ku dawî li jiyana xwe aniye û întîhar kiriye. Ayşe ya ku hat îdakirin întîhar kiriyê nimêja cenaze jî bi hinceta 'mekruh e' nehat kirin.
 
*Bi nêzîkbûna hilbajartinên Hevserokên Meclîsên Belda, Navçe û Kantonan ên ku wê di 1'ê Çileyê de li seranserî Rojava û Bakûrê Sûriyê pêk were,  kar û barê hilbijartinê bi lez dibe. 
 
*Li gundê Tirtopê  jina bi navê Gurbet Erkol ji zarokatiya xwe heta niha stranan dibêje. Gurbetê diyar kir ku di zarokatiya xwe de xeyala wê hûnermendî bû û got ku her straneke xwe ew diyarî têkoşîna Kurdîstanê dike. BI DÎMEN