Çalakiya komkirina îmzeyan a ji bo CPT’yê bi dawî bû
- 16:56 10 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Çalakiya jinên Rêveberiya Xweserî ya Kantona Efrînê ya komkirina îmzeyan a ji bo CPT’yê bi dawî bû.
Di bin diruşmeya “Li keda Rêber Apo xwedî derkevin” jinên Rêveberiya Xweser ji bo eşkerekirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya komkirina îmzeyan ji bo saziya pêşîgirtina li îşkenceyê ya mafê mirovan(CPT) li dar xistin bi dawî bû.
Çalakiya ku ji bo rewşa ewlekariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê CPT’yê ve were eşkerekirin di roja xwe ya duyemîn de jî hêjmareke zêde tevlî bû.
Di dawiya çalakiyê de jinên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Kantona Efrînê daxuyaniyek nivîskî da û banga CPT’yê kirin ku demekê beriya demekê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan eşkere bike. Daxuyanî bi Erebî û bi Îngilîzî ji hêla endamên Rêveberiya Xweser Zarîvan Hisên û Narîman Hiso ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan bi tundî hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “ Ev du sal in ku Rêber Apo di nava tecrîda girankirî de ye, ne parêzer û ne malbata wî dikare serdana Rêber Ocalan bike. Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku ji bo zelalkirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêber Apo tevbigerin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Na Be” bi dawî bû.








