Dayikên ku ketin greva birçîbûnê derbarê wan de lêpirsîna ‘Brêz Ocalan’ vebû!
- 15:46 10 Mijdar 2017
- Rojane
Wan - Endamên Meclîsa Jinên Aştiyê ji ber ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û azad bibe ketin greva birçîbûnê derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin. Dayikan diyar kirin ku ew ê gotina daxwaza ‘aştiyê’ dewam bikin.
Meclîsa Jinên Aştiyê ya Wanê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û azad bibe li avahiya Partiya Herêman a Demokratîk greva birçîbûnê dest pê kiribûn. Derbarê greva birçîbûnê ya 3 rojan de lêpirsîn hat vekirin. Dayikên Aştiyê Hediye Koçak, Munife Kaçak, Kewe Işik û Zekiya Kaya ji bo ku beşdarî greva birçîbûnê bûn û gotin “Brêz Ocalan” ji ber lêpirsîna ku derbarê wan de hatibû vekirin, îro ew ê biçin emniyetê û îfadeyê bidin.
‘Em natirsin, em ê îfadeya xwe bidin’
Dayikê Aştiyê dema ku bihîstin ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin li dijî vê yekê bertek nîşan dan. Ji nav dayikan Zekiye Kaya wiha got:”Do hatine avahiya bajêr a DBP’ê û ji bo me gotinin ku gerek ew îfadeyê bidin. Mixabin, dayikên aştiyê tim gotina aştiyê diparêzin lê dîsa jî bi zext û zordariyan rû bi rû dimînin. Me greva birçîbûnê ji bo her mirovî girt. Em wek jin vê nêzîkatiyê napejirînin. Em ê îro biçin îfadeya xwe bidin. Lê em natirsin em ê diyar bikin ku em her tim aştiyê diparêzin.
‘Em ê heta dawiya emrê xwe bibêjin aştî’
Kewe Işik jî berteka xwe ya li dijî rewşê wiha nîşan da:”Greva me ya birçîbûnê ji bo aştiyê bû. Ji ber ku me got ‘Brêz Ocalan’ ji bo îfadê ba me kirin. Me biavêjin girtîgehê jî em ê heta dawiya temenê xwe, bibêjin aştî.
‘Dixwazin ku jinan biçewisînin’
Dayikên Aştiyê Hediye Koçak û Munife Kaçak diyar kirin ku dewlet tim dixwaze jinê biçewisîne û gotin:”Ji bo zarok nemirin, ji bo em li qadek aram bijîn û ji bo ku me got aştî derbarê me de lêpirsîn hat vekirin. Jin tu carî gotina aştiyê ji ser zimanê xwe naxin.”








