Xebatên mitîngê li Sûrê û Ofîsê berdewam kirin
- 14:37 10 Mijdar 2017
- Rojane
AMED-Xebatên ji bo Mitînga ku wê di pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û TJA'yê de sibehê bi dirûşma ‘Wê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin bi hemû hêza xwe berdewam dikin.
Xebatên ji bo mitînga ku wê di pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û TJA'yê de sihbehê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma ‘Wê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin bi hemû coşa xwe berdewam dikin. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp, Parlementera Edeneneyê Meral Daniş Beştaş, Parlementera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementera Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka navenda HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP’ê ya bajarê Amedê Rûken Akça, rêvebirên HDP, DBP û TJA yê ji bo belavokan belav bikin hatin gel hev.
Parlementerên HDP’ê, rêvebirên HDP,DBP û TJA’yê li Qada Şêx Saîd jî bi heman helwestê hatin gel hev û li Sûrê bi çepik û tilîliyan belavok belav kirin û banga tevlibûna mîtîngê kirin. Parlamenterên ku li Sûrê belavok belav kirin piştre hatin Ofîsê û li wê jî bi belavokên ku belav kirin banga tevlibûna mîtîngê kirin.








