Parlamenterên ingilîz jinek tacîz kirin

  • 12:43 10 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parlamentaoya Ingilistanê ku tacîz ji rojevê nakeve, jineke ku li bara vê parlametoyê heta 2015'an xebitiye diyar kir ku ew ji aliyê 30 parlamenterî ve hatiye tacîzkirin.
 
Jineke ku ji 25 salî  Alîce Balîley ya ku di 19 saliya xwe de li bara parlamentaoya Ingilistanê dest bi xebatê kiriye diyar kir ku wezîr jî di nav de ji aliyê 30 parlamenterî ve hatiye tacîzkirin. Li gorî nûçeya The Sunê Alîce wiha dibêje: " Şensê xwwe diceribandin. Ez jineke ciwan a barmen bûm û ew jî kesên girîng ên ku digotin em dikarin bi her awayî perê têkiyê dayninbûn. Hemû rezîl bûn. Tişta girîng jî ew bû ku her yek ji wan bi kêmanî temenê wan du qatê yê min bû û bi piranî jî kesên zewicandî bûn."