Ji şideta mêr reviya û ket destê DAIŞ'ê

  • 09:06 10 Mijdar 2017
  • Rojane

Rûken Goman

DÊRIK - Jina Brîtanî Jaysî Barnarld ku ji şîdeta mêr reviya û ket destê DAÎŞ'ê piştî ku rizgar bû çîroka xwe vegot.
 
Di dîrokê de her dem jin bûne qûrbana desthilatdariya mêr û jiyana wan li wan hatiye herimandin. Ji van jinan yek jê jî jina Brîtanî Jasî Barnarld e ku xwestiya xwe ji zilma mêr rizgar bike û bi xapandinê ketiye destê çeteyekî DAŞ'ê û heta axa Sûriyeyê hatiye ye. 
Jaysi Barnald a ku ji nav çeteyên DAÎŞ'ê di hemliya rizgarkirina Reqayê de hat rezgar kirin diyar kir ku wê xwestiye ji bo xwe jiyaneke serbixwe ava bike lê ji ber astengiyên ku pergala desthilatdar a baviksalar derdixe pêşiya jinê ew ji aliyê çeteyê  DAÎŞ'ê Ebû Reşîd ve hatiye xapandin û heta Sûriyeyê hatiye. Jasî tişta ku ji ber jinbûna wê hatiye serê wê wiha vegot: "Ji dema ez zarok bûm û heta ez zewcîm tundî li ser min hebû. Min îşkenceya curbicûr dît. Bi taybetî piştî ku ez zewcîm min ji hevjînê xwe lêdan jî dixwar û min newêribû gilî bikira. Ji ber ku wê zarokên min ji min bihata stendin."
 
'Ji bo zarokên xwe ez bêdeng dimam'
 
Jaysî di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku li gorî qanûnên Brîtanyayê dema ku dayik û bav li hev nekin dewlet zarokn wan ji wan distîne û ev tişt got: "Dema ku ji ber lêdana hevjînê min min radikirin nexweşxaneyê min nikaribû bigota ku hevjînê min li min daye. Ger ku min bigota wê polîsan zarokên min ji min bigirta. Ji ber wê ez bêdeng dimam."
 
Jaysî got ku wê herî dawî xwestiye ji bo xwe û zarokên xwe jiyanek serbixwe ava bike, ji bo vê jiyanê jî divê ku karekî wê hebûya û wiha berdewam kir: "Tevî ku dibêjin Brîtanya welatekî pêşketî ye, lê mixabin li wê jî jin ji gelek mafên xwe meherûm in. Li Birîtaniyayê kes li ser internêtê dikarin ji bo xwe li karekî bigerin. Dema ku ez jî li ser Înternetê ji bo xwe li karekî digeriyam min   zilamek bi nave Ebû Reşîd naskir ku doktor bû.  Ebû Reşîd ji min re got di vê em biçin cihekî din kar bikin ji bo hevjînê te li te û zarokên te negerê. Ji bo xwe û zarokên xwe li çareyekê digeriyam  û qet ne fikirîm Ebû Reşîd çeteyekî DAÎŞ'ê ye. Vî mirovî  bi xapandinê ez birim Tirkiyê û ji wir jî ez derbasî Sûriyê kirim."
 
 Ji bo zarokê min qetil nekin bi çeteyekî DAÎŞ'ê re zewcîm
 
Jaysi diyar kir ku dema ew gihşte Sûriyeyê dîtiye ku li welatekî biyanî ye, metirsiyeke pir mezin bi wê re çêbûye çêbû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çeteyan min û zarokên min birin zindanekê û çar mehan ez li wir mam, her ji min re digotin tu hatiyî welatê mislimanan nabe tu vegerî Brîtaniya cihê kafiran. Ji ber her min tehdîd dikrin ez bi çeteyekî DAÎŞ'ê re zewcîm ji bo min û zarokên min qetil nekin."
 
'Dewleta tirk ji bo çete derbasbin alîkariyê dike'
 
Jaysi balkişand ser hevakariya dewleta tirk bi DAÎŞ'ê re û wiha got" Dewleta tirk bi çeteyan re dibe alîkar û ji kesên dixwatin tevli DAÎŞ'ê bibin re derî vedikirin û ew derbasî Sûriyeyê dikirin."
 
Jaysî îşkenceya ku di destê çeteyan de dît jî wiha vegot: "Jin di destên çeteyan de di şertên herî zahmet de dijîn. Çeteyan ez birim Minbic, Mûsil, Reqayê û min li wan cihan dît ku gelek jin hatin qetilkirin. Çeteyê ez bêre pê re  zewçîbûm jî li Reqayê hat kuştin."
 
'Bi îradeya xwe ez gihiştim şervanên QSD'ê' 
 
Jaysi bi lêv kir ku wê her hewl di da ku birevê lê her car ew girtine  û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Min herî dawî pere dan kesipkaran  ji bo min bikhînin hêzên QSD'ê, lê wan  jî  min sitendin û alîkariya min jî nekirin. Herî dawî ez bi îradeya xwe ji destên çeteyan  reviyam û gihştim hêzên QSD'ê. Şervanên QSD'ê gelek alîkariya min kirin û heta ez gihştim herêmin bi ewle.  Niha ez tenê dixwazim vegerim welatê xwe û bi zarokên xwe re azad bijîm."