ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 10 Mijdar 2017
  • Rojev

*Mewlude ya li gel birînên li bedena wê ku dest ji berxwedanê bernade dibêje ku daxwaza wê ya sereke ew e ku tecrîda lil ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û azad bê hiştin e. BI DÎMEN

*Jina Brîtanî Jaysî Barnarld ku ji şîdeta mêr reviya û ket destê DAÎŞ'ê piştî ku rizgar bû çîroka xwe vegot.
 
*Siyasetmedara kurd Nursel di daneşîna doza ku jê dihat darizandin de mafê xwe yê parastina bi zimanê dayikê bi kar anî. Ev mafê ku ji aliyê qanûna bingehîn ve tê parastin ji aliyê dadgehê ve wekî 'mafê parastinê xirab bi kar aniye' hat pejirandin. Dadgehê ji ber ku Nurselê xwe bi zimanê xwe yê dayikê parast derbarê wê de biryar ku cihê kêmkirina ceza tune ye da.
 
*Axa dewlemend a Omeryanê bi hilebrîna jinan dixemile. Nurê Aktug a ku li baxçeyê xwe fêkiyê cûr bi cûr hildiberîne  diyar kir ku ew heqê keda xwe nastîne. BI DÎMEN
 
*Dayikên Aştiyê yên ku li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, gotina aştî û azadiyê ku heta roja îro qet ji devê wan neketiye dubare kirin. Jinan got ku wan xe bi perspektîfên Abdullah Ocalan bi pêş xisistine û xwestin ku deriyê Îmraliyê bê vekirin.