'Gelê kurd wê bi vîna xwe xwe biparêze'

  • 17:10 9 Mijdar 2017
  • Rojane
Orîvan Mustefa
 
EFRÎN - parêzerên jin li hemberî hovîtiya dewleta tirk û dagirkeriya wê ya li ser  Efrînê re helwestê xwe nîşan dan û gotin" ne ji mafê dewleta tirk e ku dest bavêje xaka kurdan û sînor derbas bike."
 
Li dijî êrîşên dewleta dagirker a tirk ku her dem êrîşî Herêma Efrînê dike û sînor derbas dike, welatiyên Efrînê bi rojan e di nav çalkiyan de ne û li dijî vê yekê bertek nîşan didin. Parêzerên jin jî bertekên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman û diyar kirin ku dewelta tirk nikare Efrînê dagirbike û ewlê li dijî wê li ber xwe bidin. 
 
Parêzer Nazliyê Elî anî ziman ku mafê mirovan ne tenê  bi rêzknameyan nayê parastin û divê di pratîkê de jî bê parastin û wiha berdewam kir: "AKP bi ê helwesta xwe hemû sînorên qanûnên navneteweyî derbas kirine. Dewleta tirk jî dizane ku projeya fedraliyê mafên hemû pêkhateyan di nav xwe de diparêze, lewma van êrîşan pêk tîne.  Wê gelê kurd mafê xwe bi vîna xwe biparêze. 
 
Parêzer Kefa Yûsiv jî nerazîbûna xwe li hemberî hovîtiya dewleta tirk nîşan da û got:"Ev ne cara yekem e dewleta tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê dikeû sînor derbas dike. Dewletên navneteweyî jî li gel ku li gorî qanûnên navneteweyî nabe ku dewletek dest biavêjê xakeke din li dijî van êrîşên dewleta tirk bêdeng mane.