Cenazeyê Murat Çelîk piştî 7 rojan hat definkirin

  • 17:07 9 Mijdar 2017
  • Rojane
AMED - Murat Çelîk ê ku di encama serdegitina malê de hat înfazkirin piştî 7 rojan li goristana Yenîkoyê hat definkirin.
 
 Li taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê 2'yê mijdarê de di encama serdegirtina malê de Murat Çelîk Jiyana xwe ji dest dabû.  Cenazeyê Murat ê ku ev hefteyek bû hatibû rawestandin îro li goristana Yenîkoyê hat definkirin. Ji bo cenazeyê Murat li goristanê merasîm hat lidarixistin di merasîma ku hat lidarixistin de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Rêveberên bajarê Amedê yên HDP, DBP, MEYA -DER'ê  û gelek welatî tevli bûn.
 
Piştî wecîbeyên olî cenaze hat definkirin. Piştî ku cenaze hat definkirin bav Murat Wezîr Çelîk axivî û wiha got: "Tiştê hat kirin wê ji wan re nemîne. Du zarokên min jiyana xwe ji dest dan lê ez nagirîm. Wê ev yek ji kujeran re nemîne û rojekê hesap bê pirsîn.
 
Piştî axafitnan malbata ku ji goristanê veqetiya, wê hata 3 rojan li Amedê li Mala Şînê a Hewêdaniyan sersaxiyê qebûl bike.