Azadiya Rêber APO misogera dawîkirina aloziya Rojhilata Navîn e
- 17:05 9 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Di berdewamiya çalakiyên ji bo zelalkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Jinên Rêveberiya Xweser ên li herêma Efrînê dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Kon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên li ser"Azadiya Rêber Apo misogeriya bidawîkirina aloziya Rojhilata Navîn e", "Em şehîdên xwe nasipêrin axê,dispêrin dilê xwe" hat xemlandin.
Bi daxwaza eşkerekirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêber Ocalan jinên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînêli qada azadiyê ji bo komkirina îmzeyan kon vedan. Çalakiya hat destpêkirin wê du rojan dewam bike.Tevahî pêkhateyên,sazî û dazgehên kantona Efrînê tevli çalakiyê bûn. Îmzeyên ku tên komkirin wê ji Rêxistina CPT'ê ya dgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re were şandin.








